AFAD: Di navbera 6ê sibatê û 6ê gulanê da 33 hezar û 77 erdhej çêbûn

Ankara
Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) da zanîn ku di navbera 6ê sibatê û 6ê gulanê da 33 hezar û 77 erdhej çêbûn.
Di daxuyaniya ku ji ser hesabê çapemeniya civakî ya AFADê hat dayîn da hat gotin ku "Piştî erdhejûn 7,6 a Elbistanê û 7,7 a Bazarcixa navçeyên Kahramanmaraşê di navbera 6ê sibatê û 6ê gulanê da 33 hezar û 77 erdhej çêbûn."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Serokatiya Daîreya Erdhejê ya AFADê 7 roj û 24 saetan aktîvîteya erdhejê ya li Tirkiye û hawirdora wê dişopîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.