Adaya ku bi piştgiriya Serokomar Erdogan ji çavê xwe emeliyet bû, dest bi dibistanê kir

Bitlis
BITLÎS (AA) - Ada Koçyîgîta 9 salî li Bidlîsê di "Merasima Vekirina Komî ya Veberhênanên Qamû û Sektora Taybet" da pankarta ku tê da "Kalikê Tayyîp piştgiriyê bide emeliyeta çavê min" vekir û ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan alîkarî xwest. Koçyîgîtê piştî xwestina alîkariyê li Stenbolê emeliyet bû, vegeriya bajarê xwe û dest bi dibistanê kir.
Koçyîgîtê di 2018an da li Bidlîsê serê xwe li derekê xist û reşika çavê wê ji şûna xwe şiqitî. Serokomar Erdogan wextê ku ji bo pîrozbahiyên salvegera 953yemîn a Serkeftina Milazgirê hat Bidlîsê, Koçyîgît di Merasima Vekirina Komî ya ku Erdogan jî beşdar bû da pankarta "Kalikê Tayyîp piştgiriyê bide ameliyeta çavê min" vekir.
Serokomar Erdogan di merasimê da pankarta Adayê dît û telîmat da ku bi keçikê ra eleqedar bibin.
Li ser vê hevdîtin hatin kirin û Adaya piçûk birin Nexweşxaneya Çav a Perwerde û Lêkolînê ya Beyogluyê û li wê derê emeliyet kirin. Piştî kontrolan Ada bi malbata xwe ra vegeriya bajêr.
Koçyîgît xwendekara pola 4emîn a Dibistana Seretayî ya Necîp Fazil Kisakurekê ye û piştî vegerê dest bi dibistanê kir û gihîşt hevalên xwe.
Musa Koçyigitê bav ji rojnamegeran ra diyar kir, dema Serokomar Erdogan Bidlîs ziyaret kir, wî tevî keça xwe pankartek vekir.
Koçyigit bal kişand, Serokomar Erdogan jî pankarta wan vekir paşguh nekir û wiha dewam kir:
"Destxwera agahiyên min hatin wergirtin û hat xwestin ku ez û keça xwe em biçin Stenbolê. Em di 31ê Tebaxê da ji Diyarbekirê çûn Stenbolê. Di 3yê Îlonê da me doktor dît. Keça min di 13ê Îlonê da emeliyeta çav bû. Doktor got 'hefteyekê jî bimînin, ez çavê Adayê bibînim û wisa we bişînim Bidlîsê'. Em 3 rojan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Çavan a Beyogluyê man. Şikir tenduristiya keça min baş e. Duşemê jî keça min dest bi dibistanê kir. Şikir perwerdeya xwe didomîne û çavê wê jî baş e."
Ada Koçyigitê jî destnîşan kir ku wê di di merasima vekirinê da pankart vekir û wiha dewam kir, "Kalkê Tayyîp pankart dît. Ez ji Diyarbekirê çûm Stenbolê û li wir emeliyet bûm. Ez paşê hatim Bidlîsê. Ez çûm cem hevalên xwe. Êdî ez dersên xwe jî dixebitim. Mehek şûnda kontrola min heye. Her tişt bi saya serê kalkê min ê Tayyîp û Wezîrê Tenduristiyê bû. Ez zehf spasiya wan dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.