Aborî

Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka duyem a salê da ji sedî 4,8 mezin bû

Mert Davut  | 01.09.2025 - Rojanekırın : 02.09.2025
Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka duyem a salê da ji sedî 4,8 mezin bû

Ankara

Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka duyem a salê da ji sedî 4,8 mezin bû.

Saziya Îstatîstikan a Tirkiyeyê (TUÎK) encamên hasileya navwelêt a ne safî (GSYH) ya der barê çaryeka duyem a salê (heyama nîsan-hezîranê) da eşkere kir.

Li gorî vê, GSYH 2025 a çaryeka duyem a salê li gorî çaryeka heman mehê ya par ji sedî 4,8 mezin bû. Bi vî awayî, aboriya Tirkiyeyê meyla mezinbûna xwe gihand 20 çaryekan.

Li gorî rêbaza hîlberînê bi bihayên carî va GSYH li gorî çaryeka heman mehê ya par ji sedî 43,7 zêde bû û gihîşt 14 trîlyon û 578 milyar û 556 milyon lireyan. Bi bihayê dolarê Amerîkayê va jî bû 337 milyar û 622 milyon.

Rêjeya mezinbûna aboriya Tirkiyeyê ji sala 2021an vir va li gorî sal û çaryekan wiha ye:

SalÇaryeka 1emÇaryeka 2yemÇaryeka 3yemÇaryeka 4emSalane
2021822,48,210,411,8
20227,87,64,13,15,4
202344,66,54,95,0
20245,32,32,83,23,3
20252,34,8


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.