AAyê ji hewa va dîmena kampa Sûdaniyên ku ji pevçûnan revîne, kişand

Sudan
Sivîlên ku ji ber pevçûnên navxweyî yên li Sûdanê revîn û xwe spartin kampan, hem di sermayê da tengasiyê dikişînin û hem jî tengasiya xidayê dikişînin.
Bi hezaran Sûdaniyan xwe spart Kampa Goz el-Hacê ya Şendiya bajarê paytext Hartûmê û nêzî du mehan e pirsgirêka wan a serma û xidayê heye.
Li Sûdana welatê Afrîkaya Rojhilatê ji Nîsana 2023yan vir va pevçûnên navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) dewam dikin.
Ji bo ku pevçûnên navbera artêş HPLya ku wextekî girêdayî wê bû, bi dawîn bibin, gelek teşebisên çareserkirinê hatin kirin, lê tev bê encam man.
Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY), di encama pevçûnan da ji 20 hezarî zêdetir kes hatin kuştin, jimara kesên ku ji welêt koçber bûn jî ji 3 milyonî derbas bû, nêzî 9 milyon kes li nava welêt ji cî û warên xwe bûn, ji 25 milyonî zêdetir kes jî mihtacî alîkariya însanî ne.
Nêzî 8 hezar Sûdaniyan xwe spart Kampa Goz el-Hacê ya ku ji aliyê bakur va nêzî 200 kîlomêreyî dûrî paytext Hartûmê ye. Ev Sûdanî di nêzî 300 çadirên vê kampê da nêzî du mehan e di şert û mercên dijwar da dimînin û tengasiyê dikişînin.
Ajansa Anadoluyê (AA) dîmena kampa ku Sûdanî tê da dimînin, ji hewa va kişand.