13 Îsraîliyên ku Hemasê serbest berdan gihaştin Îsraîlê

Tel Aviv
13 êsîrên Îsraîlî yên ku Hemasê di çarçoveya mutebaqata veguhestina êsîran da serbest berdan gihaştin Îsraîlê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Îsraîlê da hat diyarkirin ku 13 êsîrên Îsraîlê ji Misirê ji ser Deriyê Sînor ê Kerem Şalomê derbasî welêt bûn.
Êsîrên ku bi otobêsan ji Misirê anîn Îsraîlê paşê ji vir bi firokeyê dê bibin 2 nexweşxaneyên cuda yên nêzî Tel Avîvê.
Li vir dê kontrola tenduristiya êsîran bê kirin û tê payîn ku paşê bi malbatên xwe ra bên bal hev.