Serokomar Erdogan: Em naxwazin ku li erdnîgariya xwe pevçûn, xwîn û rondikan bibînin
- "(Rawestandina bazirganiya bi Îsraîlê ra) Di vê da armancek me tenê heye. Ew jî ew e ku ji bo agirbestê zorê bidin birêvebiriya Netanyahuyê ku bi piştgiriya eskerî û dîplomatîk a Rojava ji kontrolê derketiye"

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê rawestandina bazirganiya bi Îsraîlê ra da got ku "Di vê da armancek me tenê heye. Ew jî ew e ku ji bo agirbestê zorê bidin birêvebiriya Netanyahuyê ku bi piştgiriya eskerî û dîplomatîk a Rojava ji kontrolê derketiye."
Serokomar Erdogan li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê Lijneya Birêvebiriya Komeleya Karsaz û Pîşesazên Mustakîl (MUSÎAD) qebûl kir û di qebûlê da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da li ser mijara rawestandina bazirganiya bi Îsraîlê ra sekinî û got ku "Di vê da armancek me tenê heye. Ew jî ew e ku ji bo agirbestê zorê bidin birêvebiriya Netanyahuyê ku bi piştgiriya eskerî û dîplomatîk a Rojava ji kontrolê derketiye. Em ê encamên ku dê ji ber vê pêngava me avêt derkevin holê bi alema xwe ya kar ra di nav kordînasyon û îstişareyê da bi rê va bibin."
Serokomar Erdogan bal kişand ku ev hemleya Tirkiyeyê dê ji bo welatên din ên ku ji rewşa berdest aciz in ra jî bibe mînak û got ku "Em li pey dijminahî û şerê bi tu welatên li herêma xwe ra nînin. Em naxwazin ku li erdnîgariya xwe pevçûn, xwîn û rondikan bibînin."
Serokomar Erdogan der barê enflasyonê da"Em ji bo kêmkirina enflasyonê pêngavên biryardar diavêjin. Enflasyon û daneyên bazirganiya derva bi bendewariyên me yên ji Bernameya Mawe Navîn ra li hev dikin"
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.