Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em di mijara pêkanîna armanca Tirkiyeya bêteror da di asteke bi avantajtir da ne"

- "Em îro di mijara ji hemû aliyan va pêkanîna armanca Tirkiyeya bêteror da di asteke biryardartir, hêzdartir û bi avantajtir da ne"

Mümin Altaş  | 06.03.2025 - Rojanekırın : 07.03.2025
 Serokomar Erdogan: "Em di mijara pêkanîna armanca Tirkiyeya bêteror da di asteke bi avantajtir da ne"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em îro di mijara ji hemû aliyan va pêkanîna armanca Tirkiyeya bêteror da di asteke biryardartir, hêzdartir û bi avantajtir da ne."

Serokomar Erdogan di bernameya fitara bi polês, cendirme, xebatkarên ewlehiya peravê û gundparêzan ra ya ku li Hêwana Pêşangehê ya Gel a Beştepeyê ya Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin da axivî.

Serokomar Erdogan bal kişand ji ber ku Tirkiye li nîvê sê parzemîna cî digire xwedî derfetên bêhampa yên stratejîk e lê digel vê dijwariyên vê yekê jî heye û axaftina xwe wiha domand:

"Ji ber ku reqabeta hêza kurewî li herêma me diqewime her cure geşedan rasterast bandorî me dike. Wek Tirkiye her cure geşedan rasterast bandorî me dike. Luksa me tune ku em ji trîbunan bûyeran bişopînin. Em mecbûr in ku dijî her cure senaryoyê amade bin, bûyerên li herêma me bi awayekî ku ji bo başiya welatê me bê bi rê va bibin û beralî bikin."

Serokomar Erdogan da zanîn ku bi taybetî di salên dawîn da di vê mijarê da ezmêneke gelekî serkeftî dan û li Sûriyeyê 13,5 salan digel berdêldayînê ya rast, exlaqî û wojdanî kirin.

Erdogan diyar kir ku di 8ê kanûna pêşîn da gelê Sûriyyeê piştî tarîtiya 61 salî rejima zalim hilweşand û gihaşt azadiya xwe û axaftina xwe wiha domand:

"Piştî şoreşê 133 hezar Sûriyeyê bi dilxwazî û bi rûmet vegeriyan axa xwe. Jimara birayên me yên ku bi awayekî ewledar vegeriyan Sûriyeyû gihaşt 873 hezarî. Piştî ku li Sûriyeyê nîzam û îstiqrar xurt bû ev jimar dê hê zêdetir be. "

Erdogan da zanîn ku heman rewş li Xezeyê jî tê dîtin û şahidiya vê dikin û got ku "Di komkujî û qetlîama ku 471 roj e li Xezeyê dewam dike da em digel hemû pêkûtî û tehdeyên lobiya Siyonîst bi wêrekî li birayên xwe xwedî derketin." û bal kişand ku di encamê da ji çend welatên ku bi rûspîtî ji ezmûna mirovahiyê ya li Xezeyê derketin yek jê jî Tirkiye ye.

Serokomar Erdogan got ku "Dixwaze bila reqîb be dixwaze bila dost be her kes di demên gelek krîtîk da hemleyên rast û pêşbîn avêtin."

- "Ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê çi hewce bike me bi biryardarî tetbîq kir"

Erdogan qal kir ku her dem bi şîara "Pêşî gelê min, pêşî welatê min" tevgeriyan û wiha axivî:

"Ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê çi hewce bike me bi biryardarî tetbîq kir. Ne tenê di polîtîkaya derva da di siyaseta navxweyî da jî helwesta me her tim wiha bû. Ji paşxistina olîgarşiya burokratîk û wesayetê bigir heta têkoşîna ku em dijî her cure tehdîdên terorê dikin, ji xurtkirina îradeya neteweyî bigir heta pêngavên ku em di warê azadî û mafên bingehîn da diavûjin derdê me ew bû ku em di her warê da ya rast bikin. Heke li Tirkiyeyê digel ewqas îxanet û êrîşên ku rû bi rû maye di mijara ewlehiyê da qelsî tunebe sedema vê ew e ku me di wextê da pêngavên pêşbîn avêtin.

Serokomar Erdogan behs kir ku di vê pêvajoyê da yek ji destkeftiyên wan ên herî mezin tesfiyekirina FETOyê bû û axaftina xwe wiha berdewam kir:

(FETO) Ji pêşîlêgirtina projeyên neteweyî heta cinayetên siyasî, ji sixûriyê heta şehtlêxistina têkoşîna dijî terorê li paşxaneya van îxanetan ev rêxistin hebû. Me serî da xaînên FETOyî û pêkhateyên dereqanûnî yên di nav teşkîlata ewlehiyê, artêş û cendirmeyê paqij kir û derfeta me çêbû ku em dijî rêxistinên terorê têkoşîneke çalaktir bidin. Bi saya operasyonên hêzên me yên ewlehiyê uên ku seranserê salê dewam dikin hemd ji Xwedê ra teror hatiye asta xilasiyê.

- "Em di mijara pêkanîna armanca Tirkiyeya bêteror da di asteke bi avantajtir da ne"

Erdogan bal kişand ku li gund, mezra û zozanên ku wextekî terorîst lê hebûn êdî atmosfera aramî û ewlehiyê serdest e û got ku "Bi herekatên me yên li Iraq û Sûriyeyê va me hêmanên terorê ji sînorên xwe dûr xistin. Ango me di 8-10 salên dawîn da di rêya ku diçe hedefa me ya 'Tirkiyeya bêteror' da gelek astengî ji holê rakirin. Di serî da operasyonên me yên dersînor îradeya me ya têkoşîna dijî terorê gelek hat rexnekirin. Heta xwestin ku sabote bikin lê me tu carî serî netewand, reşbîn nebûn, di çarçoveya hedefên xwe da bi pêngavên jixwebawer pêş ketin. Ez dikarim ku vê bi kêfxweşî bibim ku e"m îro di mijara ji hemû aliyan va pêkanîna armanca Tirkiyeya bêteror da di asteke biryardartir, hêzdartir û bi avantajtir da ne.

- "Tu siyasetmedarên xwedî berpirsyarî nikare pişta xwe bide firsendeke wiha"

Erdogan destnîşan kir ku tu carî ev qas nêz nebibûn ku bi awayekî teqez û mayînde ji belayeke ku 40 sal e xwîn, can û çavkaniyên gel dimije xilas bibin û got ku "Tu siyasetmedarên ku hember gelê xwe xwedî berpirsyariyê ye pişta xwe bide firsendeke wiha. Em berpirsyar in ku ji vê avantaja me encameke ji bo xêra temamiya 85 milyonî derkeve û em vê avantajê bi awayê herî baş binirxînin."

Serokomar Erdogan: "Armanca me ew e ku em atmosfereke ewlehiyê ya mayînde ya ku tu zirar nagihêje tu peywirdarên me yên ewlehiyê, tu ewladên me li hûndir û derva tesîs bikin. Armanca me ew e ku em Sedsala Tirkiyeyê li herêma xwe bikin sedsala aştî, biratî û piştevaniyê."

Serokomar Erdogan bal kişand ku herêm û dinya ji pêvajoyeke ji nû va avabûnê ra derbas dibe û wek Tirkiye divê em gelekî baldar bin û axaftina xwe wiha domand:

"Di rojên ku şebekeya komkujiyê bi nexşeyên nû niyeta xwe ya parçekirina herêma me îlan kirin da îcab dike ku em polîtîkay xwe li gor wê diyar bikin. Heke em destûr bidin lîstika ku sed sal berê hat lîstin dîsa bê dubarekirin ne kalikên me ne jî nifşên bê dê me efû nekin. Em ê wek neviyên Siltan Alparslan û Selahaddîn Eyyubî destê xwe bidin hev û dilê xwe bikin yek û destûr nedin ku siyonîst li herêma me ameliyatên nû bikin"


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın