Îxracata Tirkiyeyê ya ji bo Erebistana Siûdî ji 1,2 milyar dolarî derbas bû

Istanbul
ÎSTANBUL (AA) - Îxracata Tirkiyeyê ya ji bo Erebistana Siûdî di serdema rêbendan-tîrmehê da ji 1,2 milyar dolarî derbas bû.
Bi asayîbûna peywendiyên digel Erebistana Siûdî, fealiyetên bazirganiyê yên di navbera herdu welatan da jî zêde dibin.
Di çarçoveya ziyareta Serokomar Recep Tayyip Erdogan a meha çûyî ya ji bo Erebistana Siûdî da di navbera heyetên Tirk û Siûdî da 5 zebtên rêkeftinên nû hatin îmzekirin.
Li gorî van rêkeftinan, bi peymana îxracata "Bayraktar AKINCI TIHA (Drona Bêmirov a Tearûzê) û ya hevkariyê" ya navbera Baykar û Wezareta Parastina Erebistana Siûdî va Bayraktar AKINCI TIHA dê bikeve envantera Fermandariyên Hêzên Asîmanî û Deryayî yên Qraltiya Erebistana Siûdî.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (MÎT) berhev kir îxracata Tirkiyeyê di 7 mehên ewil ên îsal da li gor heman heyama par ji sedî 0,5 daket û bû 143 milyar û 434 milyon dolar.
Îxracata Tirkiyeyê ya ber bi Erebistana Siûdî jî ji sedî 630 zêde bû û gihîşt milyarek û 256 milyon dolarî. Li gor van daneyên dawîn Erebistana Siûdî di nav welatên ku îxracat pê ra tê kirin da di rêza 25an da ye.
Ji hêla din va jî dema li nirxê wê bê mêzekirin Tirkiyeyê di nav welatên ku îxracat pê ra kir da bê nirxandin Erebistana Siûdî di rêza duyemîn da ye.
Îxracata Tirkiyeyê ya ber bi Erebistana Siûdî di vê heyamê da milyarek û 84 milyon dolar zêde bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.