Îsraîlê ragihand li Xezeyê di pevçûnan da 5 eskerên wan ên din jî hatin kuştin

Quds
Artêşa Îsraîlê ragihand, li Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî di pevçûnan da 5 eskerên wan ên din jî hatin kuştin û yek jê giran 2 esker jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, serdar Lidor Yosef Karavaniyê (23) ku di Tabûra Îstihqamê ya 8163yan da wezîfedar e, duh li bakurê Xeta Xezeyê di pevçûnan da hat kuştin, eskerek jî giran birîndar bû.
Di daxuyaniya da hat diyarkirin, serçawişê astsûbay Urija Bayer (20) a ji Yekîneya Maglanê ya di 14ê Berfanbarê da li başûrê Xeta Xezeyê xedar birîndar bûbû, mir.
Her wiha di daxuyaniyê da hat gotin ku ji Yekîneya Duvdevanê serçawişê astsûbay Liav Aloush (21) û serçawişê astsûbay Etan Naeh (26) li başûrê Xeta Xezeyê hatin kuştin û ji heman yekîneyê eskerek jî xedar birîndar bû. Dîsa hat diyarkirin ku li başûrê Xezeyê di pevçûnan da serçawişê astsûbay Tal Filiba (23) jî hat kuştin.
Bi vî awayî ji 7ê Cotmehê û vir va hejmara eskerên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê di pevçûnan da hatin kuştin derket 459an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.