Dinya

Îsraîlê li Xezeyê dibistan û mizgeftek bordûman kir, 24 Filistînî hatin kuştin

Hosni Nedim, Safiye Karabacak  | 06.10.2024 - Rojanekırın : 07.10.2024
Îsraîlê li Xezeyê dibistan û mizgeftek bordûman kir, 24 Filistînî hatin kuştin

Gazze

XEZE (AA) - Artêşa Îsraîlê li bajarê Dêr el-Belahê yê li naverasta Xeta Xezeyê, dibistan û mizgefteke Filistîniyên derbederbûyî lê dihêwirin bordûman kir û di encamê da 24 kes hatin kuştin, 93 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê da hat destnîşankirin, artêşa Îsraîlê li bajarê Dêr el-Belahê Mizgefta Şehîdên Eqsayê û Dibistana Îbnî Ruşd a li bajaroka ez-Zawayîdeyê bordûman kirin û "du qetlîamên wehşî" pêk anîn.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku di êrîşa navborî ya Îsraîlê da 24 Filistînî hatin kuştin û 93 Filistînî jî birîndar bûn û wiha hat gotin:

"Ev herdu qetlîamên wehşî piştî wan qetlîaman hatin ku artêşa dagiriyê li bajarên cuda yên Xeta Xezeyê di nav 48 saetan da li 27 mal, dibistan û navendên xwespartinê pêk anîn. Di van bordûmanên tirsnak da bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın