Dinya

Îsraîlê li Lubnanê wesayiteke ku zarok jî tê de bûn kire armanc

İdiris Okuduci  | 05.11.2023 - Rojanekırın : 07.11.2023
Îsraîlê li Lubnanê wesayiteke ku zarok jî tê de bûn kire armanc

Beyrut

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Lubnanê wesayiteke ku 3 zarok jî tê de bûn kiriye armanc.

Ajansa fermî ya Lubnanê NNA derbarê êrîşa ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin de agahî belav kir.

Hat diyarkirin ku wesayîteke ku li ser rêya derdora bajaroka Eynata ya li başûrê Lubnanê digeriya bû armanc.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku 3 zarok, mêrek û jinek di wesayîtê de bûn.

Di nûçeyê di çapemeniya herêmî ya Lubnanê de, hat ragihandin ku wesayît bi temamî şewitiye û tevî zarokan hemû sivîl mirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın