Dinya

Îsraîlê li konvoya alîkariyê ya dê biçûya bakurê Xezeyê xist

Bekir Aydoğan  | 05.02.2024 - Rojanekırın : 06.02.2024
Îsraîlê li konvoya alîkariyê ya dê biçûya bakurê Xezeyê xist

Istanbul

Thomas Whiteê Dîrektorê li Xezeyê yê Ajansa Alîkarî û Avakirinê ya Penaberên Filistîniyên li Rojhilata Nêzik (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî ragihand, Îsraîlê li konvoya alîkariyê xist ku li bendê bû biçe bakurê Xeta Xezeyê.

Dîrektorê UNRWAyê yê li Xezeyê White di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Îro sibehê li Xezeyê konvoyeke xidayê ya li bendê bû biçe bakurê Xezeyê, bi guleyên hêza deryayê ya Îsraîlê hat lêdan."

White her wiha diyar kir ku di êrîşa Îsraîlê ya dijî konvoya xidayê da tu kes birîndar nebû.

UNRWAyê jî daxuyaniya White parve kir û wiha bal kişand, "Em nikarin di bin gulebarînê da alîkariyê veguhezînin. Bakurê Xezeyê jî tevda, bi awayekî bilez li her derê pêwîstî bi xwegihandina însanî ya ewle û mayînde heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın