Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va li Xezeyê rojê herî kêm 108 zarok kuştin

Istanbul
Hêzên Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va di êrîşên ku birin ser Xeta Xezeyê da rojê herî kêm 108 zarokên Filistînî kuştin.
Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa hikûmetê ya li Xezeyê hat dayîn, di êrîşên ku 90 roj in Îsraîl dibe ser Xezeyê da 9 hezar û 730 zarok û 6 hezar û 830 jin hatin kuştin.
Li Xezeyê heta niha ji sedî 70yê wan jin û zarok 7 hezar kes hê di binê kavilan da ne an jî winda ne. Jimara cinazeyên ku gihîştin nexweşxaneyan 22 hezar û 438, jimara birîndaran jî 57 hezar û 614 ye.
Di êrîşan da 326 xebatkarên tenduristiyê û 42 wezîfedarên parastina sivîlan hatin kuştin.
Bal hat kişandin ku li Xezeyê ji 7ê Cotmehê vir va 106 rojnameger di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin.
Hat destnîşankirin ku hêzên Îsraîlê 99 xebatkarên tenduristiyê û 10 rojnameger desteser kirin, li Xeta Xezeyê ya ku nifûsa wê 2,3 milyon e, 1,9 milyon kes ji cî û warên wan kirin.
Piştî ku gelê Filistînê yên li Xezeyê ji cî û warên xwe bûn 355 waqieyên nexweşiyên ku meriv ji hev hildide hatin tesbîtkirin.
Artêşa Îsraîlê 130 tesîsên hikûmetê, 93 dibistan û zanîngeh kavil kirin, 292 dibistan û zanîngehan jî zirar dît.
Li Xezeyê ji ber nebûna xizmeta tedawiyê 10 hezar nexweşên penceşêrê li ber talûkeyê ne.
Artêşa Îsraîlê li Xezeyê 122 mizgeft bi temamî hilweşand, zirar da 96 mizgeftan. Her wiha 3 dêr kirin hedef û ew jî hilweşandin.
Di êrîşên Îsraîlê da 65 hezar avahî bi temamî hatin kavilkirin, bi temamî 290 hezar avahiyan jî zirar dît.
Îsraîlê li Xezeyê 150 saziyên tenduristiyê kirin hedef, 53 navendên tenduristiyê û 30 nexweşxane dan girtin. 121 ambulansên ku di êrîşan da xesar hildan jî nema tên bikaranîn.
Îsraîlê mîrateya çandî ya Filistînê jî kir hedef û li Xezeyê 200 heyberên dîrokî û çandî talan kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va ji 65 tonî zêdetir teqemeniyan va êrîşî Xezeyê kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.