Îsraîlê heta ku 9 êsîrên sax bên berdan mizakereyên merhaleya duyemîn rawestand
Ankara
Hat ragihandin ku birêvebiriya Tel Avîvê heta ku 9 êsîrên Îsraîlî yên sax ên dihat plankirin ku di merhaleya yekemîn da bên berdan neyên berdan mizakereyên der barê derbasbûna merhaleya duyemîn ên agirbesta li Xeta Xezeyê rawestand.
Di daxuyaniya nivîskî da ya ku Ofîsa Çapemeniya Serokwezîriya Îsraîlê li ser navê rayedarekî navê wî nehat eşkerekirin da hat diyarkirin Îsraîl li bendê ye ku Hemas "9 êsîrên sax ên dihat plankirin ku di merhaleya ewil a agirbestê da bên berdan, teslîm bike."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku heta ku 9 êsîrên Îsraîlî neyên berdan Îsraîl dê beşdarî mizakereyên ji bo ku derbasî merhaleya duyemîn bibin tên kirin, nebe.
Di merhaleya ewil a peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê da dihat plankirin ku piranî sax 33 êsîrên Îsraîlê bên berdan.
Di çarçoveya agirbestê da heta niha 13 êsîrên Îsraîlî û 5 êsîrên Taylandî hatin berdan.
- Ji Hemasê biryara rawestandina pevguherîna êsîran
Ebu Ubeydeyê Berdevkê Tuxayên Îzedîn el-Qesama şaxa eskerî ya Hemasê jî duh di daxuyaniya xwe da gotibû ku pevguherîna êsîran a dihat êlankirin ku di 15ê sibatê da bê kirin ji ber ku Îsraîlê teahudên xwe yên di pevguherîna êsîran da bi cî neanî hat rawestandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
