Dinya

Îsraîlê eşkere kir ku Yehya Sînwar jiyana xwe ji dest daye lê Hemasê hê piştrast nekir

Enes Canlı  | 17.10.2024 - Rojanekırın : 18.10.2024
Îsraîlê eşkere kir ku Yehya Sînwar jiyana xwe ji dest daye lê Hemasê hê piştrast nekir

Quds

Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Yîsrael Katz diyar kir ku di êrîşa li Xezeyê da serokê Hemasê Yehya Sînwar jiyana xwe ji dest da lê Hemasê hê der barê mijarê da tu daxuyanî neda.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Îsraîlê da hat ragihandin ku Katz ji hemtayên xwe yên li tevahiya dinyayê yên pê ra hevdîtin dikin ra peyameke der barê di êrîşa artêşa Îsraîlê da li Xezeyê mirina Sînwar da peyamek şand.

Katz ji êrîşa Hemasê ya di 7ê cotmehê ya dijî Îsraîlê Sînwar berpirsyar girt û îdia kir ku mirina Sînwar "serkeftina eskerî ya Îsraîlê û serkeftina dijî Îranê ye."

Katz îdia kir ku mirina Sînwar "Ji bo serbest berdana êsîrên Îsrîalî yên li Xeta Xezeyê, ji bo pêkanîna rastiyeke nû ya wekî li Xezeyê kontrola Hemas û Îranê nabe firsendek e."

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku Sînwar jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê da hat gotin ku Sînwar di êrîşa li başûrê Xezeyê da jiyana xwe ji dest da.

Ji hêla din va Hemasê jî der barê îdiayên dibêjin ku Sînwar miriye da hê tu daxuyaniyên fermî neda.

- Yehya Sînwat kî ye?

Serokê Buroya Siyasî yê Hemasê Sînwar di 29ê cotmeha 1962yan da li Kampa Penaberan a Xan Yûnisê ya li başûrê Xeta Xezeyê hat dinê.

Sînwar wekî Heniyeyê serokê Hemasê yê berê ji Askalanê (Aşkelon) ye ku yek ji axên Îsraîlê di sala 1948an da dagir kiriye û ji Beşa Çand û Wêjeya Zimanê Erebî ya Zanîngeha Îslamê ya Xezeyê mezûn bû.

Sînwar cara ewil di sala 1982yan da ji hêla Îsraîlê va hat girtin û 4 meh di hepsê da ma û di sala 1985an da cara duyemîn ji ber sûcdarkirina "avakirina rêxistineke veşartî" hat girtin.

Sînwar dema ku di sala 1988an da ji hêla Îsraîlê va hat girtin jî cezayê hepsê ya heta hetayê ya 4 caran girankirî xwar.

Sînwar di çarçoveya peymana guherîna êsîran a ku Hemasê di 11û cotmeha 2011an da bi Îsraîlê ra kir piştî 23 salan ji girtîgehên Îsraîlê hat berdan û bû endamê buroya siyasî yê Hemasê.

Li gor nûçeyên ku di gulana 2021î li çapemeniya Ereban derketin Sînwar ji êrîşa asîmanî ya Îsraîlê xilas bibû.

Sînwar yek ji damezrînerê ewil ê Tuxayên Îzedîn el-Qesama şaxa eskerî ya Hemasê ye û di heman demê da damezrînerê Hêza Mecdê ya ku wekî teşkîlata dawet û ewlehiyê ya Hemasê tê binavkirin jî bû.

Sînwar berpirsyariya ewlehiyê ya Hemasê hildabû ser xwe û wekî kesekî ku di çapemeniyê da zehf cî nedigirt dihat zanîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın