Dinya

Îsraîlê di 48 saetên dawîn da bi bombekirina konên kesên ji cî û warên xwe bûne 72 Filistînî kuştin

Hikûmeta li Xezeyê: "Em bangî hemû welatên azad ên dinyayê dikin ku bila van qetlîamên hov ên ku Îsraîla dagirker û Amerîka pêşîkêşî dike şermezar bikin"

Muhammed Emin Canik  | 28.05.2024 - Rojanekırın : 29.05.2024
Îsraîlê di 48 saetên dawîn da bi bombekirina konên kesên ji cî û warên xwe bûne 72 Filistînî kuştin

Istanbul

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê digel biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî li bajarê Refahê ya li başûrê Xeta Xezeyê li herêmên îdia dike ku "ewledar in" di 48 saetên dawên da bi bombekirina konên Filistîniyên ji cî û warên xwe bûne, 72 Filistînî kuştin.

Di daxuyaniya ji Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê da der barê bombebaranan ên digel biryara DENê ya jib o li Refahê rawestandina êrîşan da agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Artêşa Îsraîlê ya dagiker di 48 saetan da li rojavayê Refahê li herêmên îdia dikir ku "ewledar in" konên kesên ji cî warên xwe bûne hedef girt û 72 Filistînî kuştin."

Di daxuyaniyp da hat diyarkirin "niyeta Îsraîlê ew e ku dijî sivîlên ku bi tirsa kuştin û hedefgirtinê reviyana û mirovn ji cî û warê xwe bûne bêtir qetlîaman bike" û hat gotin ku "Ev rewş israra Îsraîla dagirker a di mijara domandina ji pêşî va plankirina sûcê komkujiyê piştrst dike."

- Bangî welatên dinyayê kirin ku qetlîamên ku Îsraîl û Amerîka pêşîkêşî dike şermezar bikin"

Di daxuyaniyê da bangî welatên dinyayê kirin û hat gotin ku "Em bangî hemû welatên azad ên dinyayê dikin ku bila van qetlîamên hov ên ku Îsraîla dagirker û Amerîka pêşîkêşî dike şermezar bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın