Îsraîlê di êrîşa dijî Xeta Xezeyê da nûçegihan û kameramanê Al Jazeerayê kuşt
- Jimara rojnamevanên ku Îsraîlê li Xeta Xezeyê kuştin derket 165an

Gazze
Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê êrîşî wesayîteke di rê da diçû kir, di encama êrîşê da nûçegihanê Al Jazeerayê Îsmaîl el-Gul û kameraman Ramî er-Rîfî hatin kuştin.
Ofîa Çapemeniyê ya Hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku nûçegihanê Al Jazeerayê Gul û kameraman Rîfî di encama êrîşa Îsraîlê da hatin kuştin.
Hat ragihandin ku jimara rojnamevanên ku di êrîşên dijî xeta Xezeyê da hatin kuştin derket 165an.