Îsraîlê êrîşa asîmanî li Lubnanê kir û ji ber êrîşê 5 endamên Hizbullahê hatin kuştin

Beyrut
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê êrîşa asîmanî li Lubnanê kir û ji ber êrîşê 5 endamên Hizbullahê hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA, balafireke bêmirovî ya Îsraîlê li nêzî bajarê Naqûreyê ku li ser sînor e, wesayitek kir armanc.
Di daxuyaniya Hizbullahê da hat diyarkirin ku ji ber êrîşê endamên wan Elî Ebdulnebî Qasim, Mistefa Huseyîn Selman û Mehmûd Elî Xabrîs hatine kuştin.
Di pey ra dîsa daxuyanî hat dayîn ku endamên wan Faruq Mihemed Herb ve Ebas Ehmed Xelîl jî hatine kuştin.
Ji 8ê Cotmeha 2023yan vir va hejmara endamên Hizbullahê yên ku li başûrê Lubnanê ji ber pevçûnan hatine kuştin derket 228an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.