Dinya

Îsraîlê êrîşî klînîka NYê ya ku Xezeyiyan xwe spartibûyê kir û 22 Filistînî hatin kuştin

Muhammed Emin Canik  | 02.04.2025 - Rojanekırın : 04.04.2025
Îsraîlê êrîşî klînîka NYê ya ku Xezeyiyan xwe spartibûyê kir û 22 Filistînî hatin kuştin

Istanbul

Hat ragihandin ku li bakurê Xeta Xezeyê ku di êrîşa dijî klînîka bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) da 16 jê zarok, jin û îxtiyar jimara miriyan derket 22yan.

Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê der barê hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da birîndar bûn û hatin kuştin agahî da.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 24 kes hatin kuştin û 55 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Îsraîla dagirker li Kampa Penaberan a Cîbaliyayê klînîka UNRWAyê bombebaran kir û dijî kesên ji cihên xwe hatine kirin qetlîameke mezin kir. Di êrîşê da 16 jê jin, zarok û îxtiyar 22 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn."

Di encama êrîşên Îsraîlê da yên ku ji 7ê cotmeha 2023yan pê va li dijî Xeta Xezeyê dest pê kiribûn heta niha 50 hezar û 423 kes hatine kuştin û 114 hezar û 638 kes jî birîndar bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın