Îranê eşkere kir, di êrîşa Îsraîlê da ya dijî mîsyona dîplomatîk a li Şamê, tevî 2 generalan 7 peywirdar hatin kuştin

Ankara
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê da ya dijî mîsyona dîplomatîk a li Şamê, 7 kes hatin kuştin ku 2 ji wan general in.
Artêşa Pasdarên Şoreşê der heqê êrîşa dijî avahiya konsolosxaneya Îranê ya li Şamê da daxuyaniya nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, ji hêla Îsraîlê li dijî avahiya konsolosxaneyê ya li binkeya Balyozxaneya Îranê ya li Şamê êrîşa fuzeyê hat kirin û di encamê da Tuxgeneral Mihemed Riza Zahidî, Tuxgeneral Mihemed Hadî Hec Rehîmî û 5 peywirdar hatin kuştin.
Her wiha hat destnîşankirin, kesên di êrîşê da hatin kuştin navên wan Huseyîn Emanullahî, Mehdî Celaletî, Muhsin Sedeqet, Elî Axa Babayî û Elî Salihî Rûzbehanî ne.
Çapemeniya Îranê ragihandibû, Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser avahiya konsolosxaneyê ya li binkeya Balyozxaneya Îranê ya li Şamê û di encamê da Tuxgeneral Mihemed Riza Zahidiyê ji fermandarên Artêşa Pasdarên Şoreşê jî di nav da herî kêm 5 kes hatin kuştin.
Balyozê Îranê yê li Şamê Huseyîn Ekberî diyar kiribû, avahiya konsolosxaneyê ya li binkeya Balyozxaneya Îranê ya li Şamê bû armanca 6 fuzeyên balafirên şer F-35an.
Balyozê Îranî her wisa gotibû ku Îran dê bi awayekî "bilez, rasterast û bihêz" bersiva êrîşa Îsraîlê bide.
Îsraîla ku ev çend meh e li Sûriyeyê bi êrîşên asîmanî hedefên Îranê dike armanc, heta niha ev êrîş nekir stûyê xwe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.