Dinya

Îranê êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter û Iraqê kir

Ekip  | 23.06.2025 - Rojanekırın : 24.06.2025
Îranê êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter û Iraqê kir

Ankara

Îranê li dijî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê êrîş da destpêkirin.

Televîzyona dewletê ya Îranê IRIBê ragihand ku êrîşa bi navê "Mizgîniya Fethê" li dijî baregeha Amerîkayê ya li El-Udeyd a Qeterê hat kirin.

Li gor agahiya ku televizyonê da sê moşek li Baregeha El-Udeydê ya li Qeterê ketin.

Ajansa fermî ya nûçeyan ya Îranê jî ragihand ku Îranê ji bilî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê, bi moşekan êrîşî baregeheke Amerîkayê ya li Iraqê jî kir.

Wezareta Karên Derva ya Qeterê ragihand ku êrîş bi serkeftî hat astengkirin û daxuyand ku baregeha ku Îranê êrîş kir ji bo tevdîrê beriya êrîşê hat valakirin.

Ji bilî vê, Wezareta Parastinê ya Qeterê jî daxuyanî da û got êrîşa Îranê ya li ser baregeha Amerîkayê hat astengkirin û di êrîşê da tu kes nemir.

Piştî êrîşê rêvebiriya Qeterê jî ragihand ku êrîşa Îranê a li ser Baregeha El-Udeydê "bi eşkere binpêkirina serweriyê" ye û ew mafê xwe yê bersivdayînê vedişêre.

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê der barê êrîşê da got ew ji bo Qeterê ne talûke ye û wiha daxuyand: "Ev êrîş ji bo welatê dost û bira Qeterê tu xetereyê nahewîne. Hejmara moşekên ku me bi kar anîn, qasî hejmara bombeyên Amerîkayê yên ku di êrîşa dijî tesîsên me yên nukleer da bi kar anîn bû."

Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê jî piştî êrîşê daxuyand ku di êrîşa Îranê ya li ser baregeha Amerîkayê ya li Qeterê da tu kes nemir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın