DIYARBAKIR
Ji tîmên Lîga 3yemîn a Spor Totoyê Yenî Diyarbakirspor piştî bûyerên ku di pêşbirka rovanşê ya nîvfînalê ya bi Denîzlî Buyukşehîr Belediyesporê re de derketin, îdia kir ku Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bêterefiya xwe winda kiriye. Yenî Diyarbakirsporê der barê biryara xwe ya ji lîgê paşvekişinê û li herêmê avakirina lîgeke nû de daxuyaniyek da lê ji vê daxuyaniya xwe re piştgirî nedî.
Serokê Kûluba Diyarbakir Buyukşehîrsporê Îhsan Avci daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û biryara penaltiyê ya ku hakem di pêşbirkê de da rexne kir. Avci got ku vê biryarê keda Yenî Diyarbakirsporê ya salekê heba kir lê belê ji lîgê paşvekişîn biryareke rast nîne.
Avci got ku hakem li hember tîmên herêmê alîgir in û TFF li hember vê yekê bêdeng dimîne, em vê yekê rexne dikin û parast ku divê lîsansa hakemê ku pêşbirk bi rê ve dibir bê betalkirin.
Avci got ku Yenî Diyarbakirspor dê bi tîmên herêmê re civîneke nû bike û wiha axivî: "Em ê sibê beşdarî civînê bibin. Di bertekên xwe yên ji bo hakem de mafdar in lê em wisa difikirin ku biryara ji lîgê paşvekişînê rast nîne. Em dê li her qadê mexdûriyeta Yenî Diyarbakirsporê bînin ziman. Em ji bo ku neheqiyê teşhîr bikin dê her dem ligel Yenî Diyarbakirsporê bin."
Avci got dê li hember hemû biryarên ku Yenî Diyarbakirspor bide rêz bigirin û wiha axivî: "Lê belê di rojeva me de biryareke wekî paşvekişînê tune."
-Gulmez: "Ew kûlubê eleqedar dike"
Serokê Kûluba Batman Petrolsporê Aydin Gulmez jî diyar kir ku ji ber bûyerên ku di pêşbirka Yenî Diyarbakirspor û Denîzlî Buyukşehîrsporê de derketin xemgîn in û got "Di dawiyê de fitbol lîstikek e, li hember biryara ku hakem da tişteke ku bê kirin tune."
Gulmez bi bîr xist Yenî Diyarbakirsporê pêşniyaz kir ku lîga herêmê bê avakirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ev biryara ku Yenî Diyarbakirsporê da tenê wê kûlubê eleqedar dike, kûlubên din eleqedar nake. Serokên din kom dibin, her kes fikra xwe dibêje û biryarek hevpar tê girtin. Serok û birêvebirên Yenî Diyarbakirsporê xwestin ku bi me re hevdîtinê bikin. Înşallah ez wisa difikirim ku dê ev biryar biguhere."
Gulmez bal kişand ku di lîgên profesyonel de tîmên herêmê kêm in û wiha axivî: "Diyarbekir heye, em hene, herî dawî tîmên Cizîr û Bingolê tevî bûn. Ma kûlub heye ku em paş vedikêşin?"
-"Bila car din ser vê biryarê bifikirin"
Cîgirserokê Şûbeya Konfederasyona Kûlubên Werzîşê yên Amator (ASKF) Kenan Aksû jî got ku hakem di pêşbirkê de alîgir bû û Yenî Diyarbakirsporê mexdûr kir.
Aksû der barê biryara Yenî Diyarbakirsporê ya der barê paşvekişînê de wiha axivî:
"Li hember biryareke neheq rast nîne ku derkevin mijara paşvekişînê bînin rojevê. Ji ber ku şûna ku ji lîgê paş ve bikêşin divê li mafê xwe bigerin û serî li rêyên qanûnî bidin. Heta ser TFFyê re UEFA û FIFa heya, dibe ku giliyê van deran bikin. Ya ku em dikin divê paşvekişîna ji lîgê nebe, divê tîm di lîgê de bimîne. Bila car din ser vê biryarê bifikirin. Em divê ji lîgê paş ve nekêşin û têkoşînê bidin."
-"Em van gotinan rast nabînin"
Serokê Komaleya Înîsiyatifa Sivîl a Pêvajoya Çareseriyê (ÇOZUMDER) Ercan Ezgîn jî diyar kir ku heta îro hakem li hember gelek tîmên Diyarbekirê edilane tevnegeriyan. Ezgîn diyar kir bûyerên ku piştî pêşbirka Denîzlî Buyukşehîr Belediyesporê qewimîn ew gelekî xemgîn kirin û got "Divê ew bûyer neqewimiyana. Demkî jî be li Diyarbekirê nehat."
Ezgîn got divê Yenî Diyarbakirspor car din li ser biryara xwe ya paşvekişînê bisekine û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Biryara ji lîgê paşvekişînê û avakirina lîga herêmê li dijî rihê werzîşê ya wekî dostanî, yekitî, bihevrebûn û biratiyê ye. Ev dê di siberoj bibe sedem ku di navbera herêm û mirovan de rêyên diyalog û lihevkirinê bên girtin. Ev gotinên wisa ne ku dibe bibin sedemê pirsgirêkan û bi xetere ne. Ango tu feydeya wan tune, em van gotinan rast nabînin. Biryara ji lîgê paşvekişînê rast nîne, biryareke demkî ye."
Serokê Komaleya Arîkarî û Piştevaniyê ya Diyarbakirsporê Ramazan Tugay jî got li bendê bûn ku TFF Yenî Diyarbakirsporê 3-0 hikmen mexlûb qebûl bike û wiha axivî: "TFF ev bi salan e ku li hember herêmê alîgir e. Herî dawî bi pêşbirka ku bi Denîzlî Buyukşehîr Belediyesporê re hat lîstin de bi biryara hakem a ji bo penaltiyê keda salekê beredayî çû. Biryara ji lîgê paşvekişînê dê bi civîna ku kûlubên herêmê bikin de zelal bibe. Her kes divê li hember biryara ku bê girtin rêz bigire."