Dinya

Îtirafa Wezareta Edaletê ya Amerîkayê: YPG şaxeke PKKyê ye ku hikûmeta Amerîkayê wê wekî rêxistina terorê qebûl dike

16.01.2021 - Rojanekırın : 16.01.2021
Îtirafa Wezareta Edaletê ya Amerîkayê: YPG şaxeke PKKyê ye ku hikûmeta Amerîkayê wê wekî rêxistina terorê qebûl dike

Washington DC

 Wezareta Edaletê ya Amerîkayê di daxuyaniya ji bo YPGyiyekî di êrîşa dijî avahiya meclisa eyaleta Florîda da hatibû girtin da got "şaxa PKKya rêxistina terorê" û bi vî awayî têkiliya di navbera herdu rêxistinan da qebûl kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Edaletê da hat diyarkirin ku Danîel Bakerê li Tallahasseeya bajarê Florîdayê dijî bi hinceta "revandin û birîndarkirina nav eyaletan" hat binçavkirin.

Di daxuyaniyê da bal kişandin ku li gor îşaretan Baker di 10ê rêbendanê da tevlî êrîşa dijî meclia eyalta Florîdayê bûye, hat gotin ku vî kesî kesên din teşwîq kirine ku çekdar bibin û werin vê derê.

- Wezareta Edaletê qebûl kir ku YPG şaxa PKKyê ye

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Baker di 2017an da li Sûriyeyê tevlî YPGyê bûye, şikbar li ser hesabên xwe yên medyaya civakî diyar kiriye ku di nav YPGyê da perwerdeya nîşangiriyê hildaye û di hin belgefîlman da jî hatiye dîtin.

Wezaretê di daxuyaniyê da bi fermî têkiliya di navbera YPG û PKKyê da qebûl kir û got, "YPG şaxeke PKKyê ye ku hikûmeta Amerîkayê wê wekî rêxistina terorê qebûl dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.