Îsraîlê îdia kir ku wan nîvê rampeyên moşekên balîstîk ên Îranê îmhe kirin

Quds
Hat îdiakirin ku artêşa Îsraîlê di êrîşên berfireh ên ku 13ê Hezîranê destpêkirin da nîvê rampeyên moşekên balîstîk ên Îranê hatin îmhekirin.
Li gor nûçeya Radyoya Artêşa Îsraîlê, di êrîşên dijî Îranê da mekanîzmayên firandina moşekên balîstîk bûn hedef.
Hat îdiakirin ku di êrîşên Îsraîlê kirin da nîvê rampeyên moşekên balîstîk ên Îranê hatin îmhekirin.
- Pevçûna ku bi êrîşên tundî yên Îsraîlê yên dijî Îranê va dest pê kir
Îsraîlê di 13ê Hezîranê da tesîsên nukleerê yên li bajarên cuda yên Îranê di serî da, êrîşî Îranê kir û eskerên payebilind ên artêşê jî kirin hedef.
Sererkanê Îranê, Fermandarê Giştî yê Mihafizên Şoreşê, hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerê di êrîşan da hatin kuştin, bi tevahî kuştina 224 sivîlan hat ragihandin.
Artêşa Îranê bi moşekên balîstîk bersiv da Îsraîlê û hat daxuyandin ku di bersivdayînê da 24 kes hatin kuştin, ji 500î zêdetir kes birîndar bûn.
Tirkiye di serî da gelek welatan Îsraîl şermezar kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.