Dinya

Îsraîlê îdia kir ku bi êrîşên esmanî li 3 herêmên Îranê binesaziya eskerî û tesîsên wê kirine hedef

Burak Dağ  | 28.03.2026 - Rojanekırın : 28.03.2026
Îsraîlê îdia kir ku bi êrîşên esmanî li 3 herêmên Îranê binesaziya eskerî û tesîsên wê kirine hedef

Quds

Îsraîlê îdia kir ku di êrîşên esmanî yên li ser 3 herêmên Îranê da binesaziya eskerî û tesîsên wê kirine hedef.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 50 balafirên şer li ser 3 hedefên Îranê êrîş pêk anîne.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku êrîşên asmanî navendeke ku tesîsên çêkirina çekan û tesîsên teqemeniyên pêşketî yên girêdayî Wezareta Parastinê ya Îranê hildiberîne kirine hedef û her wiha hat îdiakirin ku tesîseke din ya ku parçeyên moşekên balîstîk û dijî-balîstîk hildiberîne jî hatiye hedefgirtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın