Dinya

Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser başûrê Libnanê

Ethem Emre Özcan, Mustafa Deveci  | 24.12.2025 - Rojanekırın : 24.12.2025
Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser başûrê Libnanê

Beyrut

 Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser wilayeta Nebatiyeyê ya li başûrê Libnanê.

Îsraîl digel peymana agirbestê ya 27ê Mijdara 2024an êrîşî Libnanê dike.

Li gor nûçeya NNAya ajansa fermî ya Libnanê, balafirên şer ên Îsraîlê li Nebatiyeyê êrîşî herêma geliyên Numeyriye û Hominê kir.

Ji aliyê din va wesayîtên esmanî yên bêfirokevan (ÎHA) li ser beldeyên Nebatiyeyê diçin û tên.

Di dîmenên ser medyaya civakî da cihên ku Îsraîlê êrîş birine ser, dû jê radibe.

Miqamên Libnanê hê der barê êrîşê da tu daxuyanî nedaye.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat ragihandin ku wan êrîşî başûrê Libnanê kir. Hat gotin ku di êrîşê da "deverên ku Hizbullah lê roketan agir dike û cihên ku grûbê berê bi kar anîne" hatin bombekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın