Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser Beyrûta paytextê Libnanê
Quds
Artêşa Îsraîlê agirbest binpê kir û êrîşa asîmanî bir ser herêma Dahiyeyê ya li Beyrûta paytextê Libnanê.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya şîrketa Xê ya navend Amerîkayê da diyar kir ku wan êrîşa asîmanî bir ser herêma Dahiyeyê ya Beyrûtê.
Adraee îdia kir ku wan di êrîşa dijî herêma Dahiyeyê da kesekî payebilind ê Hizbullahê kir armanc.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Libnanê NNAyê jî ragihand ku di êrîşa dijî herêma Dahiyeyê da gelek kes birîndar bûn û xesareke zêde ya madî çêbû.
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin da xuya kir ku li Dahiyeya banliyoya başûr a Beyrûtê ya ji ber êrîşên asîmanî yên Îsraîlê rûxîneke mezin lê çêbûye, ji dûmaneke ku bû armanc dûman quloz bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
