Dinya

Îsraîlê piştrast kir ku li Tehranê dijî rayedarên eskerî û siyasî yên payebilind teşebûsa sûîqesdê kir

Burak Dağ  | 28.02.2026 - Rojanekırın : 28.02.2026
Îsraîlê piştrast kir ku li Tehranê dijî rayedarên eskerî û siyasî yên payebilind teşebûsa sûîqesdê kir Gazi Samad

Quds

Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku dijî Tehrana paytextê Îranê di heman demê da êrîşên ku rayedarên eskerî û siyasî yên payebilind hedef digirin, kirin.

Di daxuyaniya artêşê da hat ragihandin ku danê sibehê li Tehranê di êrîşên ku di heman demê da birin ser gelek cihan da kesên payebilind ên di qedemeya ewlehî û siyasî da hedef hatin girtin.

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku yekîneyên îstixbaratê yên Îsraîlê der barê giregirên Îranî dê kengî bên bal hev da xebatên ku bi mehan e dewam dikin kirin û hat îdiakirin ku cihê fermandarên Îranî û birêvebirin payebilind bi hesasiyeteke mezin hat tesbîtkirin.

Çapemeniya Îsraîlê nivîsand ku dijî Ayetullah Elî Xamaneyê serokê dînî yê Îranê, Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û Elî Şemhaniyê şêwirmendê Xamaney û ji bernameya nukleerê ya Îranê berpirsyar teşebûsa sûîqesdê hat kirin.

Di nûçeya rojnameya Yedîtoh Ahronotê da jî hat diyarkirin ku Îsraîl dinirxîne ku Fermandarê Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Tumgeneral Mihemed Pakpur di êrîşan da hat kuştin.

Der barê îdiayên hedefgirtina Xamaneyê serokê Îranê da daxuyaniyek nehat dayîn û Mihemed Cafer Kaîmpenahê Alîkarê Serokomarê Îranê da zanîn ku teşebêsa dijî Serokomarê Îranê bi ser neket û Pezeşkiyan baş e.

- Êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê û bersivên Îranê

Dema mizakereyên pêvajoya mizakereyê ya di navbera Îran û Amerîkayê da berdewam dikir Îsrîal û Amerîkayê sibehê êrîşên hevpar birin ser Îranê.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê dijî Îranê "êrîşên pêş dan destpêkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kir ku dijî Îranê "operasyoneke mezin" dan destpêkirin.

Di çarçoveya êrîşan da paytext Tehran, bajarên Îsfexan, Kerec, Qum, Tebrîz, Buşehr, Kirmanşah û Îlamê hedef hatin girtin.

Îsraîl û Îranê sehaya asîmanî girtin û li tevahiya Îsraîlê rewşa derasayî hat îlankirin, sîrenan lê xist. Berî êrîşên bersivê yên Îranê bo gelê Îsraîlê hişyariyên ji bo ku biçin sitargehan hatin dayîn.

Artêşa Îranê ragihand ku wek bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê bi dehan fuzeyên balîstîk û wesayîtên asîmanî yên bêmirov dijî Îsraîlê êrîş dan destpêkirin.

Îranê bi êrîşên fuzeyê di heman demê da baregehên Amerîkayê yên li welatên wekî Bahreyn, Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî, Kuweyt, Qeter û Urdinê hedef girtin û sîtola Amerîkayê ya li Bahreynê hat lêxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın