Dinya

Îsraîlê li Xezeyê êrîşî malekê kir, 2 jê zarok 4 Filistînî kuştin

Mehmet Nuri Uçar, Ramzi Mahmud  | 15.03.2026 - Rojanekırın : 15.03.2026
Îsraîlê li Xezeyê êrîşî malekê kir, 2 jê zarok 4 Filistînî kuştin

Gazze

XEZE (AA) - Artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrîşa asîmanî bir ser malekê û di encamê da 2 jê zarok 4 Filistînî hatin kuştin.

Li gorî ragihandina peyamnêrê AAyê yê li herêmê, artêşa Îsraîlê bi dronê va maleke li herêma Sewarîhayê ya li rojavayê Kampa Penaberan a Nûseyratê ya li naverasta Xeta Xezeyê, bombebaran kir.

Di encama êrîşê da 2 jê zarok 4 Filistînî hatin kuştin.

Li Xezeyê ji destpêkirina agirbesta 10ê Cotmeha 2025an û vir va di êrîşên Îsraîlê da 658 Filistînî hatin kuştin û 1754 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir da zêdetirî 72 hezarî Filistînî hatin kuştin û qedera 172 hezar Filistînî jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın