Îsraîlê li Xezeyê êrîşî kesên li benda alîkariyê bûn kir, herî kêm 8 kes hatin kuştin

Gazze
Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê êrîşî kesên li benda alîkariyê bûn kir, herî kêm 8 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên nexweşxaneyê artêşa Îsraîlê li navîna Xeta Xezeyê li texma korîdora Netzarimê gule berda Filistiniyên li benda alîkariyê bûn.
Ji ber êrîşê 5 Filistînî hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Rewşa Acîl û Ambulansê ya Xezeyê artêşa Îsraîlê li bakurê Refahê jî êrîşî Filistîniyên li benda alîkariyê bûn, kir.
Ji ber êrîşê herî kêm 3 Filistînî hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.