Dinya

Îsraîlê li Xezeyê êrîşî çadirên Filistîniyan û bendewarên alîkariyê kir û 21 kes kuştin

Muhammed Emin Canik  | 22.07.2025 - Rojanekırın : 22.07.2025
Îsraîlê li Xezeyê êrîşî çadirên Filistîniyan û bendewarên alîkariyê kir û 21 kes kuştin

Istanbul

 Artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrîşî çadirên Filistîniyan kir ku Îsraîlê ew tî û birçî hiştine û ji cî û warên wan kirine. Di êrîşê da 14 kes hatin kuştin, 25 kes birîndar bûn.

Li gor WAFAya ajansa nûçeyan a Filistînê, artêşa Îsraîlê li bakurê Kampa Penaberan a Şatiyê ku dikeve rojavayê bajarê Xezeyê, êrîşî çadirên Filistîniyên ku ji cî û warên xwe bûne, kir.

Di êrîşa Îsraîlê da jin û zarok jî di nav da 14 Filistînî hatin kuştin, 25 kes jî birîndar bûn.

Cinazeyên kesên ku di êrîşê da hatin kuştin û birîndar anîn Nexweşxaneya Şifayê ya li Xezeyê.

Li Xeta Xezeyê ya Îsraîlê dorpêç kiriye, êrîş dikê û nahêle ku alîkariya însanî têkevê, xela rabûye, Filistînî birçî ne, av û derman, alavên tibî û paqijiyê tunene.

Artêşa Îsraîlê binesaziya sivîlan jî xerab kir û ji sedî 88ê Xezeyê kavil kiriye. Filistîniyên ku bi fermanên sirgûnê va ji cî warên xwe bûne jî, herêmên wan timî dixe hedef.

Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xeta Xezeyê da herî kêm 59 hezar û 29 Filistînî hatin kuştin, 142 hezar û 135 kes jî birîndar bûn.

- Artêşa Îsraîlê li Xezeyê Filistîniyên li benda alîkariyê bûn kir armanc û 7 kes hatin kuştin

 Artêşa Îsraîlê li başûrê bajarê Xezeyê Filistîniyên li benda alîkariyê bûn kir armanc û 7 kes hatin kuştin.

Li gorî WAFAya ajansa nûçeyan a Filistînê, Îsraîla ku bi dorpêç û astengkirina alîkariyên mirovî va li Xezeyê derî li bobelata mirovî vekiriye, însanên ku li benda alîkariyê bûn kir armanc.

Di êrîşa artêşa Îsraîlê da ya ku li başûrê bajarê Xezeyê li dijî Filistîniyên li benda alîkariyê bûn hat kirin, 7 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê da jî hat ragihandin ku li 118 kesên di êrîşa navborî da birîndar bûn, li bajarê Xezeyê li Nexweşxaneya Qudsê di bin sîwana Heyva Sor da midaxele hat kirin û her wiha birîndar tên tedawîkirin.

Ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da herî kêm 59 hezar û 29 Filistînî hatin kuştin û 142 hezar û 135 kes jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.