Dinya

Îsraîlê li Xeta Xezeyê 233 zanayên Îslamê û waiz kuşt

Nour Mahd Ali Abuaisha, Esat Fırat  | 26.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Îsraîlê li Xeta Xezeyê 233 zanayên Îslamê û waiz kuşt

Gazze

NUR EBU IYŞE - Di encama êrîşên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê da ku ji 7ê cotmeha 2023yan va berdewam in, li tenişt cihên pîroz rîsipî û pêşengên qenaetê jî tên kuştin.

Rêveberê Nivîsgeha Medyayê ya Hikûmeta Sûriyeyê ya li Xeta Xezeyê Îsmaîl Sewabîte di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê Aayê da destnîşan kir ku zanayên Îslamî yên tên armancgirtin, stûnên xurtkirina nirxên neteweyî û dînî, çandina ruhê biryardariyê li dijî êrîş û şerên tunekirinê, û xurtkirina hevgirtina civakî ne.

Li gorî Sewabîte Îsraîlê li Xeta Xezeyê ya ku serjimêriya wê bi qasî 2,3 milyon e, 233 zanayên Îslamê û waiz kuştiye.

Navên zanayên navdar ên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va li Xeta Xezzeyê ji aliyê Îsraîlê va hatine hedefgirtin ev in:

Şêx Yûsif Selamê Xutbevanê Mizgefta Eqsayê, Walî Zerdê ku bi xutbeyên xwe yên li Mizgefta Mezin a Umer û Mizgefta Mehatta ya li Xezeyê tê naskirin, Endamê Şaxa Filistînê ya Yekîtiya Navneteweyî ya Zanayên Misulman û Rêveberê Giştî yê Navenda Jiberkirina Quranê ya girêdayî Wezareta Weqfên Filistînê li Xezeyê Şêx Ewîda, Şêx Naîl Misranê ku bi xutbeyên xwe yên bihêz dihat nasîn ku Filîstîniyan teşwîq dikir ku di her qonaxa êrîşên Îsraîlê da bi sebir û bi biryar bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın