Dinya

Îsraîlê li dijî Xeta Xezeyê êrîşên xwe yên asîmanî û topbaran domand

Ramzi Mahmud, Ömer Erdem  | 09.01.2026 - Rojanekırın : 09.01.2026
Îsraîlê li dijî Xeta Xezeyê êrîşên xwe yên asîmanî û topbaran domand

Gazze

 Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê li dijî Xeta Xezeyê êrîşên xwe yên asîmanî û topbaran domand.

Li gorî şahidên bûyerê, êrîş li bajarê Xezeya li bakur, li rojhilatê Kampa Penaberan a Bureycê ya li naverastê û li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê ku dikeve başûr, berdewam bûn.

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşek li ser taxa Tuffahê ya li rojhilatê bajarê Xezeyê pêk anîn, di heman demê da dengê çekan û tevgera droneyan li herêmê hat bihîstin.

Li herêma navendî, balafirên şer du êrîşên asmanî li ser erdên çandiniyê yên li rojhilatê Kampa Penaberan a Bureycê pêk anîn.

Deverên rojhilatê Xan Yûnisê jî rastî êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê hatin. Êrîşên asîmanî û topbaran berdewam bû, dengê teqînên li pey hev û dengê guleyên demkî ji wesayîtên eskerî yên Îsraîlê hat.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın