Dinya

Îsraîlê li dijî Libnanê êrîşên asîmanî li dar xistin

Ethem Emre Özcan, Mustafa Deveci  | 26.12.2025 - Rojanekırın : 26.12.2025
Îsraîlê li dijî Libnanê êrîşên asîmanî li dar xistin

Beyrut

BEYRUT/ANKARA (AA) - Balafirên cengê yên Îsraîlê li dijî herêmên başûr û rojhilatê Libnanê êrîşên asîmanî li dar xistin.

Tevî peymana agirbestê ya di 27ê Mijdara 2024an da hat kirin jî, Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Libnanê didomîne.

Li gorî nûçeya NNAya ajansa fermî ya Libnanê, balafirên cengê yên Îsraîlê li dijî Çiyayê Safî û Bureycê yên herêma Tufehê û bajarokê Beseleyê yên ku dikevin başûr û herwiha herêma gundewar a Hermelê ku dikeve rojhilatê Libnanê, êrîşên asîmanî li dar xistin.

Di dîmenên li ser medyaya civakî da hat dîtin li cihê ku êrîş li wan hat lidarxistin, dûman bilind dibe.

Ji meqamên Libnanê heta nuha derbarê êrîş û qurbaniyan da ti daxuyanî nehatine dayin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin, li gelek deverên Libnanê êrîşî hedefên Hizbullahê kirine.

Hat îdiakirin ku di êrîşan da "kampên perwerdeyê û cebilxaneyên Hizbullahê" kirine hedef.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın