Dinya

Îsraîlê li dijî herêmên curbicur ên Xezeyê ji asîman êrîş li dar xist

Ramzi Mahmud, Mehmet Nuri Uçar  | 10.01.2026 - Rojanekırın : 10.01.2026
Îsraîlê li dijî herêmên curbicur ên Xezeyê ji asîman êrîş li dar xist

Gazze

 Artêşa Îsraîlê li dijî herêmên curbicur ên Xeta Xezeyê ji asîman êrîş li dar xist.

Îsraîlê di binpêkirina peymana agirbestê ya ku di 10ê Cotmeha 2025an da ket rewacê, berdewam e.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Îsraîlê deverên rojhilatê bajarê Xezeyê bi topan hedef girtiye.

Her wiha hat ragihandin ku balafireke şer a Îsraîlê li bakurê Xezeyê êrîşeke asîmanî li dar xistiye û helîkopterekê jî li rojhilatê bajarokê Cebeliyeyê bêserûber gulebaran kiriye.

Li başûr, balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Refehê êrîşeke asîmanî li dar xistiye û wesayîtên eskerî jî li bakurê bajêr gulebaran kirine.

Ji dema ku agirbest ketiye rewacê va, Îsraîlê bi sedan binpêkirin kirine, ku di encamê da ji 11ê Cotmehê va 439 Filistînî hatine kuştin û 1223 kes jî birîndar bûne.

Di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 8ê Cotmeha 2023an va ev 2 sal in berdewam in da, zêdetirî 71 hezar Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok in, hatine kuştin û 171 hezar kes jî birîndar bûne.

Di êrîşan da bi qasî ji sedî 90ê binesaziya sivîl a li Xezeyê wêran bûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın