Îsraîlê ji serê salê vir va li Qudsê 62 avahî hilweşand
Quds
Fadî el-Hedmiyê Wezîrê Karên Qudsê ya girêdayî rêveberiya Filistînê diyar kir ku Îsraîlê ji serê salê vir va li Qudsê 62 avahî hilweşand.
Li gor nûçeya WAFAya ajansa fermî ya Filistînê Wezîr Hedmî li meqamê xwe yê Ramallahê pêşwaziya Mihemed Ebû Vendiyê Balyozê Filistinî yê Urdunê bû, kir.
Hedmî di dema qebûlkirina serdanê da daxuyanî da û got ku ji bo Filistîniyên li Taxa Şêx Cerrah dimînin gefa malên xwe bila vala bikin hêj dewam dike. Di berdewamiya daxuyaniyê da Hedmî ragihand ku li Taxa Batn el-Hewayê 86 malbat bi talûkeya ji malên xwe derxistinê va rû bi rû ne û li Bustana ser Taxa Sîlwanê ya girêdayî Qudsa Rojhilatê ye jî 100 mal li ber hilweşandinê ne.
Hedmî destnîşan kir ku Îsraîlê ji serê salê vir va tevlî gelek zext û zordariyan bir serî û li Qudsê jî 62 avahî hilweşand.