Îsraîlê eşkere kir ku dê êrîşî xalên derbasbûnê yên li ser Çemê Lîtaniyê bike
Beyrut
Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku pire di serî da dê êrîşî xalên derbasbûnê yên li ser Çemê Lîtaniyê yê li başûrê Libnanê bike û ji gelê deverê xwest ku malên xwe biterikînin û derbasî bakurê welêt bibin.
Avichay Adraeeyê Berdevkê Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ya navend Amerîka da îdia kir ku "unsûrên Hizbullahê di xalên derbasbûnê yên li ser Çemê Lîtaniyê ra derbasî başûr bûn."
Adraee ragihand ku artêşa Îsraîlê plan dike ku îro ji nîvro şûnda pire di serî da êrîşî xalên derbasbûnê yên li ser Çemê Lîtaniyê bike.
Berdevkê Îsraîlî ji gelê herêma ku gef xwar dê êrîş bike, xwest ku malên xwe biterikînin û derbasî bakurê welêt bibin.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagîriya bejayê berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê duh eşkere kiribû ku ji 2yê Adarê vir va hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 912an û hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 221ê.
Rêveberiya Afatê ya girêdayî hikûmeta Libnanê ragihandibû ku ji ber dagirî û êrîşên Îsraîlê, li Libnanê hejmara kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin, li gorî reqamên fermî ji milyonekê derbas bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
