Dinya

Îsraîlê dijî başûrê Libnanê êrîşên asîmanî kir

Ethem Emre Özcan, Enes Canlı  | 02.01.2026 - Rojanekırın : 02.01.2026
Îsraîlê dijî başûrê Libnanê êrîşên asîmanî kir

Beyrut

 Balafirên şer yên Îsraîlê gelek deverên li başûrê Libnanê bombebaran kirin.

Tevî peymana agirbestê ya di 27ê Mijdara 2024an da hat çêkirin jî Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Libnanê didomîne.

Li gorî ajansa nûçeyan ya fermî ya Libnanê NNAyê, balafirên şer yên Îsraîlê herêma di navbera bajarokên Ensar û Zarariyeyê yên li başûrê Libnanê, her wiha Ukmata Obasî, herêma Reyhanê û herêma di navbera bajarokên Kiferwa û Îzzeyê da hedef girtin.

Wêneyên ku li ser medyaya civakî belav bûne nîşan didin ku ji hin cihên ku di êrîşa Îsraîlê da bûne hedef dû derdikeve.

Rayedarên Libnanî hîn li ser êrîşan an jî qurbaniyan tu şîrove nekirine.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku bi êrîşên hewayî yên li başûrê Libnanê Hizbullah hedef girtine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın