Dinya

Îsraîlê digel agirbesta ku li Xezeyê pêk hat û tê payîn bikeve meriyetê êrîşên xwe berdewam kir

Mohamed Majed, Halime Afra Aksoy  | 09.10.2025 - Rojanekırın : 09.10.2025
Îsraîlê digel agirbesta ku li Xezeyê pêk hat û tê payîn bikeve meriyetê êrîşên xwe berdewam kir

Gazze

Îsraîlê digel peymana agirbestê ya li Xeta Xezeyê hat îmzekirin û tê payîn ku bikeve meriyetê êrîş kirin û di êrîşan da 7 Filistînî birîndar bûn.

Digel peymana agirbestê ya li Xeta Xezeyê hat îmzekirin û tê payîn ku bikeve meriyetê balafirên şer ên Îsraîlê û yekîneyên topavêj li herêmên cuda êrîşên xwe domandin.

Di encama êrîşên dijî herêmên cuda yên Xezeyê da ji herêmê dû bilind bû.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên Nexweşxaneya Nasirê hatin hildan di êrîşên asîmanî yên Îsraîlê da ku li bajarê Xan Yûnisa dikeve başûrê Xeta Xezeyê hin cî kirin hedef û 3 kes birîndar bûn.

Şahidan jî got ku di êrîşên Îsraîlê yên ku li Taxa Zeytûnê ya li başûrê bajarê Xezeyê da hin cî hedef girtin û 4 Filistînî birîndar bûn û ji herêmê dû derket.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın