Dinya

Îsraîlê di rojekê da cara duyem dibistana NYê ya li Kampa Penaberan a Nûseyratê bombardûman kir

Mustafa M. M. Haboush, Safiye Karabacak  | 13.04.2024 - Rojanekırın : 14.04.2024
Îsraîlê di rojekê da cara duyem dibistana NYê ya li Kampa Penaberan a Nûseyratê bombardûman kir

Gazze

 Artêşa Îsraîlê di rojekê da cara duyem dibistana girêdayî Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya li Kampa Penaberan a Nûseyratê ku dikeve navenda Xeta Xezeyê, bombardûman kir.

Li gorî agahiya ku ji şahidên bûyerê hatin sitandin, yekeyên topavêj ên Îsraîlê dibistaneke li UNRWAyê ya li Kampa Penaberan a Nûseyratê bombe kir, di encamê da xisareke mezin di dibistanê da çêbû.

Her wiha çavkaniyên tenduristiyê jî ragihandin ku Îsraîlê di saetên dawîn da êrîşê herêmên li bakurê Kampa Penaberan a Nûseyratê kir. Di encama êrîşên asîmanî û topavêjan da gelek Filistînî birîndar bûn.

Ev êrîş bû duyemîn êrîşa ku Îsraîlê di nava 24 saetan da li dijî "Dibistana Seretayî ya Hevpar a Kampa Nû" li dar xist.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın