Dinya

Îsraîlê daxuyand ku ji Îranê bersivdayîna bi moşekan a nû hat tesbîtkirin

Burak Dağ  | 08.03.2026 - Rojanekırın : 08.03.2026
Îsraîlê daxuyand ku ji Îranê bersivdayîna bi moşekan a nû hat tesbîtkirin

Quds

Artêşa Îsraîlê daxuyand, ji Îrana ku ew bi Amerîkayê ra êrîş dikê, êrîşa moşekan a nû dan destpêkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, ji bo pêşîlêgirtina moşekên ku ji Îranê tên avêtin, pergalên parastina esmanî ketin dewrê.

Li herêmên ku di binê talûkeya êrîşên bersivdanê da ne, ji têlefonên destan ên welatiyan ra pêş da peyamên hişyariyê hatin şandin, telîmat hat dayîn ku heya danezaneke din ji sitargehan dernekevin.

Di çapemeniyê da cih girt ku li Tel Avîva paytextê Îsraîlê û derdora wê ji ber moşekên ku ji Îranê hatin avêtin, sîrenan lêxist.

Êrîşa moşekan a dawî ya Îranê îro êrîşa 9emîn a bersivdanê ye ku kir.

Îsraîlê daxuyand ku ji Îranê bersivdayîna bi moşekan a nû hat tesbîtkirin

-Ji ber bersivdayîna Îranê li Tel Avîva paytexta Îsraîlê û derdora wê sîrenan lêxist

Piştî ji Îranê hat ragihandin ku wan li dijî Amerîka û Îsraîlê bersivdayîna nû da destpêkirin û şûnda, li Tel Avîv û derdora wê sîrenan lêxist.

Li gor daxuyaniya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, pergala wan a parastina esmanî ji bo pêşîlêgirtina moşekên Îranê ket dewrê.

Di daxuyaniyê da hat gotin, li herêmên ku di binê talûketa êrîşê da ne, ji têlefonên destan ên welatiyan ra pêş da peyamên hişyariyê hatin şandin, telîmat hat dayîn ku heya danezaneke din ji sitargehan dernekevin.

Ji aliyê din va li paytextê Îsraîlê û derdora wê ji ber moşekên ku ji Îranê hatin avêtin, sîren ketin dewrê.

Îranê nêzî saetek berê jî bersiv dabû û li Tel Avîv û herêma Holonê yek jê giran 6 kes birîndar bûbûn. Hin wesayît û xaniyan xesar dîtibûn.

 Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî digel Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da êrîşî baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da digel Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın