Îsraîlê 4 çalakvanên ku di keştiya Madleenê ya ku alîkarî vediguhast bo Xezeyê, destserkiribûn deresînor kir

Quds
Îsraîlê ji wan 12 çalakvanên ku di keştiya Madleenê ya ku dema alîkarî vediguhast bo Xezeyê li nav avên navneteweyî da desteserkiribûn, 4 jê ku Greta Thunberg jî di nava wan da ye deresînor kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derva 12 çalakvanên mafê mirovan ji bo li welatên xwe bên vegerandin, di seatên şevê da birin Balafirgeha Ben Gurionê ya Tel Avîvê.
Hat ragihandin ku ku 8 ji wan çalakvanên ku îmzakirina "ewraqên deresînorkirinê" red kirin, ji bo temamkirina karûbarên wan ewê wan derxin pêşberî dadwer.
Herwiha hat ragihandin ku çalakvanên navborî li Balafirgeha Ben Gurionê bi nûnerên dîplomatîk ên welatên xwe ra hevdîtin kirin.
Adalaha rêxistina mafê ku nûnertiya hiqûqî ya çalakvanan girtiye sitûyê xwe, destnîşan kir ku ji wan 12 çalakvanan, bi parêzerê 11an re hevdîtin kiriye, 4 ji wan çalakvanan ji welêt derketine yan jî hindek maye derkevin. 8 çalakvanên mayî jî hatine binçavkirin û ji ber ku îtîraz li biryara deresînorkirinê kirine, ewê derkevin dadgehê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.İsrail güçleri, Gazze’ye insani yardım götürmek isteyen Madleen gemisini Akdeniz’de alıkoydu
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) June 9, 2025
▪️ İtalya’dan bir hafta önce yola çıkan “Madleen” Gazze’ye insani yardım ulaştırmayı hedefliyordu
▪️ Gemi 9 Haziran’da uluslararası sularda ilerlerken İsrail askerleri tarafından… pic.twitter.com/pwKStMlFpe