RAMALLAH
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 15 filistînî binçav kir.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de wiha hat gotin: "Li Şerîaya Rojava 15 kesên ku bi şika beşdarî bûyerên tundiyê bûne hatin binçavkirin."
Ji bilî vê tu agahî nehat dayîn.
Li gor rapora Cemiyata Dîlên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê de ji 7 hezarî zêdetir filistînî hene.
Hêzên Îsraîlê pirî caran li Quds û Şerîaya Rojava operasyonan dike û filistîniyan binçav dike.