ŞANLIURFA
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî diyar kir ku di nav mehekê de 31 hezar kobanêyî vegeriyan welatê xwe.
Kurdên sûriyeyî yên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê 6 meh berê xwe spartibûn Tirkiyeyê piştî ku rêxistin ji herêmê vekişiya dest bi vegerê kirin.
Piştî muameleyên fermî penaberên ku piraniya wan jê jin û zarok in ji Deriyê Sînorê Murşîtpinarê derbasî aliyê Kobanêyê dibin.
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bi vekişîna DÎŞIyê ve gel niha vedigere welatê bav û kalên xwe.
Çîftçî bal kişand ser 190 hezar kurdên kobanêyî yên ku bi destpêke şer ve xwe spartibûn Tirkiyeyê û wiha pê de çû: "Li Kobanêyê şer bi dawî bû lê nêzî 50 gundî hê jî di destê DÎŞIyê de ne. Li gor agahiyên ku digihêjin ber destê me li wan deran car caran şer û pevçûn didomin. Navenda bajêr ji destê DÎŞIyê hat rizgarkirin û ji ber vê jî yên ku vegerîn jî zêde bûn. Di meha dawîn de bi qasî 31 hezarî kes vegeriyan welatê xwe."
Qaymeqamê Sirûcê ragihand ku ew li gor rê û rêzikekê destûra derbasbûnê didin û wiha dewam kir: "Ji bo derbasbûnê em bi tenê 3 rojan destûrê didin. Rojên din jî destûr ji bo wesaîtên ku tiştên alîkariyê tê de ne tê dayîn. Em dikarin bibêjin ku di hefteyekê de bi qasî 6-7 hezar kes vedigerin welatê xwe. Em ji bo wesaîtan jî destûrê didin, kesên ku bixwazin dikarin wesaîtên xwe jî bi xwe re bibin."