Îsraîliyan şermezar kir ku Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê di çalakiya li Tel Avîvê da pesnê Netanyahu da

Quds
Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê dema li meydana li Tel Avîvê diaxiviya pesnê binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê da, li ser vê qerebalixa li meydanê Wîtkoff hûha kir û şermezar kir.
Wîtkoff piştî pêkhatina girbesta li Xezeyê hat Îsraîlê û li Tel Avîvê beşdarî çalakiya ku xizmên dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê li meydana dibêjinê "Meydana Dîlan" li dar xist bû û axivî.
Wîtkoff dema ku di axaftina xwe da behsa Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê kir Îsraîliyên li Meydanê bertek nîşan dan û hûha kirin.
Çiqas navê Netanyahu derbas bû kesên li meydanê bertek nîşan dan û dirûşmeya Îbranîkî ya wekî "fêdî bike, fêdî bike, fêdî bike" ya ku di protestoyên dijî Netanyahu da gelekî dihat gotin berz kirin.
Ji ber ku berteka kesên li meydanê dewam kir Wîtkoff got ku "Hûn çawa difikirin nizanim" û îdia kir ku Netanyahu piştgirî da pêvajoyê.
- Wîtkoff spasiya Serokomar Erdogan kir
Wîtkoff di axaftina xwe da spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Wîtkoff hewldanên welatên ku bi Amerîkayê ra ji bo peymanê navbeynkarî kirin destnîşan kir û got ku "Em spasiya Serokomarê Tirkiyeyê erdogan, ji Qeterê (Serokwezîr) Şêx Mihemed, Mîrê Qeterê û Serokomarê Misirê Sîsî dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.