Dinya

Îsraîliyan li çend deverên Şerîeya Rojava êrîşî cotkarên Filistînî yên ku zeytûn diçinîn kirin

Aysar Alais, Safiye Karabacak  | 11.10.2025 - Rojanekırın : 12.10.2025
Îsraîliyan li çend deverên Şerîeya Rojava êrîşî cotkarên Filistînî yên ku zeytûn diçinîn kirin Nedal Eshtayah

Istanbul

 Îsraîliyên ku dest danîne ser axa Filistîniyan li çend deverên Şerîeya Rojavaya di bin dagirkeriyê da, êrîşî cotkarên Filistînî yên ku zeytûn diçinîn kirin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Parastina Mafên Bedewiyan (BEYDER), komeke Îsraîlî berdestê sibehê li baxçeyên di navbera Zawiye û Refatê yên li rojavayê bajarê Selfitê, êrîşî cotkarên Filistînî yên ku zeytûn diçinîn kirin.

Îsraîliyên êrîşkar her wiha ji bo dûrxistina Filistîniyan ji erdên wan guleyên rastîn avêtin û hin wesayît jî şewitandin.

Li gorî WAFAya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê, Îsraîliyên ku erdên Filistînê desteser kirine, êrîşî cotkarên ku li bajarokê Burqa yê li rojhilatê Ramellahê zeytûn diçinîn jî kirin.

Îsraîliyên ku di dema êrîşê da guleyên rastîn avêtin, Filistînî neçar kirin ku herêmê biterikînin û alavên wan ên çinînê dizîn.

Îsraîliyên ku erdên Filistînê desteser kirine, li bajarokê Curîşê yê bajarê Nablûsê û li bajarokê Eqreba yê li başûrê bajêr, di bin parastina eskerên Îsraîlî da, êrîşî cotkarên ku zeytûn diçinîn kirin û rê li ber xebata wan girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın