Dinya

Îsraîla ku li Xezeyê êrîşî alema zanistî jî dike, 193 akademîsyen û 800 mamoste kuştin

Mehmet Nuri Uçar, Nour Mahd Ali Abuaisha  | 26.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Îsraîla ku li Xezeyê êrîşî alema zanistî jî dike, 193 akademîsyen û 800 mamoste kuştin

Gazze

- Ji 7ê Cotmeha 2023an vir va Îsraîl di êrîşên xwe yên li ser Xeta Xezeyê da ji bilî wêrankirina binesazî û tesîsên girîng, bi hedefgirtina mamoste û akademîsyenan va alema zanistî jî tune dike.

Midûrê Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê Îsmaîl es-Sewabîte ji nûçegihanê AAyê ra got Îsraîl li Xezeyê bi awayekî rêk û pêk zanyar, akademîsyen û lêkolîneran hedef digire.

- 193 zanyar, akademîsyen û 800 mamoste hatin kuştin

Sewabîte wiha got: "Îsraîla dagirker di êrîşên xwe yên ji 22 mehan zêdetir e didomîne da bi qasî 193 zanyar, hîndekar û lêkolîner kuştin. Li gor daneyên Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezeyê, bi qasî 800 mamoste û xebatkarên perwerdehiyê di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın