Dinya

Îsraîla ku agirbest binpê kir daxuyand ku Xeze hat bombebarankirin

Enes Canlı, Faruk Hanedar  | 19.10.2025 - Rojanekırın : 19.10.2025
Îsraîla ku agirbest binpê kir daxuyand ku Xeze hat bombebarankirin

Quds

Artêşa Îsraîlê bi îdiaya Hemasê agirbest binpê kiriye, daxuyand ku li gelek cihên Xezeyê êrîşên hewayî hatin kirin.

Li gorî daxuyaniya Berdevktiya Artêşa Îsraîlê, her çiqas agirbest hebe jî Îsraîlê li seranserê Xezeyê hin êrîş pêk anîn.

Çavkaniyên artêşê îdia kirin ku di vê pêvajoyê da li Xezeyê êrîş li ser tunelên ku dîlên Îsraîlî lê dihatin girtin jî hatin kirin.

Hat îdiakirin ku êrîş wek bersiva binpêkirina agirbestê ya Hemasê hatin kirin.

- Îsraîlê bi hinceta Hemasê agirbest binpê kiriye êrîşî Xezeyê kir

Îsraîlê bi hinceta ku Hemasê agirbest binpê kiriye û li Refahê ya li başûrê Xezeyê êrîşî artêşa Îsraîlê kiriye, li deverên cuda yên bajarê Refahê êrîşên hewayî kiribû.

Şaxa çekdarî ya Hemasê Tuxayên Îzedîn el-Qesamê jî daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ew girêdayî agirbestê ne û tu têkiliya wan bi bûyerên Refahê ra tune.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın