Dinya

Îsraîl êrîşên xwe yên li ser deverên ku li Xezeyê dagir kiriye didomîne

Ramzi Mahmud, Mehmet Nuri Uçar  | 02.01.2026 - Rojanekırın : 02.01.2026
Îsraîl êrîşên xwe yên li ser deverên ku li Xezeyê dagir kiriye didomîne

Gazze

 Artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrîşên hewayî û topxaneyê li ser deverên ku di bin dagirkeriya wê da ne, pêk anî.

Li gorî agahiyên şahidên bûyerê, artêşa Îsraîlê bi êrîşên hewayî û bejahî bakurê Xezeyê, Kampa Penaberan ya Bureycê ya li navenda bajêr û deverên rojhilatê Xan Yûnisa li başûrê wê hedef girt.

Artêşa Îsraîlê rojhilatê bajarê Xezeyê li bakur, bi taybetî taxên Zeytûn û Şucaiyye, bi topan bombebaran kir.

Li herêma navendî, balafireke şer ya Îsraîlê li rojhilatê Kampa Penaberan ya Bureycê êrîşeke hewayî pêk anî.

Her wiha hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê top avêtiye Xan Yûnisê û êrîşî başûrê Xezeyê kiriye.
 

 - Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê gule berda û Filistîniyek kuşt

Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlê binpêkirinên agirbestê didomîne û bi gulebarankirina sivîlan li Xeta Xezeyê Filistîniyek kuşt.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên nexweşxaneyê bi dest xistiye, leşkerên Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê welêt gule li sivîlan reşandine.

Cenazeyê Filistîniyê ku di êrîşê da hat kuştin anîn Nexweşxaneya Nasir ya li Xan Yûnisê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın