Dinya

Îsraîl: Rawestandina alîkariya eskerî ya Amerîkayê ji bo me xemgînî ye

Zein Khalil, Ali Semerci  | 09.05.2024 - Rojanekırın : 09.05.2024
Îsraîl: Rawestandina alîkariya eskerî ya Amerîkayê ji bo me xemgînî ye

Quds

 Îsraîlê li hemberî biryara Amerîkayê ya ku şandina alîkariyên eskerî da rawestandin nerazîbûna xwe anî ziman.

Nûnerê Daîmî yê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Gîlad Erdan der barê mijarê da daxuyanî da rojnameya Israel Hayomê.

Erdan diyar kir ku biryara rêveberiya Amerîkayê ya ku şandina alîkariyên eskerî yên ji bo Îsraîlê da rawestandin ji bo wan bû sedema xemgîniyê.

Wezîrê Vejenê yê Îsraîlê Elî Cohen jî di daxuyaniya xwe di heman rojnameyê da diyar kir ku serxwebûna hilberîna çek û cebilxaneyê ji bo ewlehiya Îsraîlê girîng e.

Cohen wiha got: "Ne hewce ye ku em li benda bidawîbûna şer bin, divê em demildest gavan bavêjin. Di şirketên heyî da divê pergalên hilberînê ava bin û şirketên nû yên parastinê yên ku çek û cebilxaneyê çêkin bên avakirin."

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austîn destnîşan kiribû ku di çarçoveya êrîşa berfireh a bejayî ya Îsraîlê ya li ser Refahê da ew nirxandinê dikin. Austîn gotibû sewqîyata çekên ku wê di demeke nêz da ji vî welatî ra bên şandin hatiye rawestandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın